“Rewsa gelê Kurd gelek xirab bû; di wan sal û rojan da. Tazî û birçîbûn, nexwesî, kustin, zilm û zor, bûbû parçekî jîyana gel. Welat bûbû çar parçe. Sînor kiribûn nav biran. Dijmin di her çar parçan da gelê Kurd disêland, diêsand, dukist, welat talan dikir. Gundî û reçber, pale û karker, kesîb, reben û belengazên Kurd gîst birçî û perîsan bû. Di malên xwe da ji bo ku nemirin pirrî caran parîyek nanê ce, garis, gilgil û lazût jî nedidîtin. Bi taybetî rewsa herêma Dêrsim gelek xirab bû. Lewra Dêrsim bi çar alîyan ve ketibû hundur çepera leskerên Tirk, rê û dirb ji rûnistvanên Dêrsim ra hatibûn dadan.“ (Tanitim Bülteninden)