Selîm Berekat, yek ji navdartirîn nivîskarê Kurd yê Erebînivîs e. Ew "Yasar Kemalê edebiyata Ereban" yan jî wek "mirovê ku hevsarê zimanê Erebî di destê xwe de digire" dihête nasîn. Berhemên wî herçiqas bi Erebî hatibine nivîsîn jî bingeh û xîmên berhemên wî tarîxa Kurdan e. Berekat berhemên xwe digel hismendiyeke mêjûyî dinivîse û tarîx û çanda Kurdan bi zewqeke edebî vedibêje û pêskêsê xwendevanê xwe dike. Nivîskar, di romana xwe ya sêyemîn Perikê de digel rojên ciwaniya xwe yên giran, hestên xwe yên nostaljîk ên derbareyê Kurdistanê -ku ew bîranînên dijwar yên jiyanên mistextîbûnê ne- wekî destaneke ji ês û azaran avvexwarî vedibêje. Di vê romana Bereketî de, Mem xortekî Rojavayî ye û ji bo dîtina mirovekî esrarengîz û mezin radibe diçe Qibrîsê û di rêwîngiya wî xortî ya di navbera rastî û xeyalê de dihê û diçe de jiyana wî gelek caran wekî sexsiyetên Kurd yên tarîxî dibore. Loma jî ew rêwîngiya wî bi têkçûnê dawî dihêt û ji ber wê "têkçûn" jî ji îmajekê zêdetir wek tarîxa Kurdan vedigerîte "çîrok"eke têkçûyî. Di vê romana wekî çîrokên efsaneyî de, rastî û xeyal û niha û borî bi hostayane têkelê hev dibin. Digel wê, lehengên tarîxî û tebîeta Kurdistanê dihêne ziman û herwisa gava Kurdistan wek welatê xewn û xeyal û bîranînan dihête nasîn, xwendevan jî dibite agahdarê jiyanên nemirên mistextî û sirgûnî.(Tanitim Bülteninden)